Berevajî kirina Rastîyê
(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 306(3)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran Emîn Awe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Di 22ê Adarê 1947an de, ji aliyê Seîd Cefer Pîşewerî, Ebdulsemed Kambexş û Gulam Yehya Danişyan ve, mijareke rêxistineke nehênî bi navê 'Heft' bi zimanê Farisî û Azerbaycanî di bin sernavê 'Gavên destpêkê yên ji bo rêvebirina xebatên rêxistinî û siyasî li bakurê Îranê li dijî kevneperestan' [Binêre belgeya hejmar 4] hate amadekirin.
Ev raport di 12 rûpelan de bi zimanê rûsî, di roja 20ê Gulana 1947an de bi îmzeya sê kesên navborî ji bo Baqirov sekreterê Partiya Komunîst a Azerbaycanê hate şandin, biryar bû li gorî pir neteweyîbûna Îranê rêveberiyeke 7 kesî ji bo rêxistineke nû ya ku ji Firgeya Demokrat a Azerbaycanê, rêxistina 'Azadîxwazan' û ew tûdeyiyên kevn ên ku li gel platforma van her du rêxistinan li hev bûn, were pêk anîn. [Binêre belgeya hejmar 5]Ev rêxistin ji bo birêvebirina bernameyên xwe li Îranê sê kes ji rêveberên Hîzbaa Tûdeya Îranê (Dr. Kiyanûrî, Îhsan Teberî û Mihemed Riza Qudwe) bi navê 'Troîka' diyar dike û bi rêya 'Enwer Xameiyî' ku [di Hezîrana 1947an] ji Parîsê bi rêya Moskow û Bakoyê vegeryaye Îranê, peyama rêxistina 'Heft' ji bo avakirina vê troîkayê ji Dr. Kiyanûrî re tê şandin. Biryar bû ku têkiliya Kiyanûrî bi 'Heft' re bi rêya Ebdulsemed Kambexş be. Di heman demê de ligel van gavan ji bo damezrandina rêxistinên nehênî û neqanûnî, diviya dest bi avakirina yekîneyên partîzanî (fîdayiyan) ji komên têkoşer ên nav Îranê jî bê kirin.'Troîka' diviya di bin rêveberiya 'Heft' de be û şîreta wan ji bo karên rêxistinî yên nehênî û bi taybetî pêşxistina karê rêxistinî û siyasî li parêzgehên bakurê Îranê (Azerbaycan, Gîlan, Mazenderan, Turkmen Sehra û Xorasan) li dijî dewleta kevneperest a Îranê bimeşîne.Rêxistina 'Heft' bi hêviya ku ne bi navê Firgeya Demokrat a Azerbaycanê yan Hîzba Tûdeya Îranê, lê bi navekî nû wekî 'Azadîxwazan' bi awayekî nehênî dest bi kar li Îranê bike. 4 kes ji rêveberiya 'Heft' (Pîşewerî, Kambexş, Danişyan û Padigan) heta pêkanîna rewşa guncav ji bo vegera welat diviya li Bakoyê bimînin û yek kes jî li Eşqabadê bi cih bibe.
Heta dema wefata gumanbar a Pîşewarî di havîna 1947'an de, fedaiyên Firqa Dêmokrat a Azarbaycanê, ji bo vegerê Îranê amade bûn, li cihên cihê yên Komara Azarbaycanê hatibûn ragirtin, lê piştî mirina Pîşewarî hêdî hêdî fedaiyan çekdar kirin û xuya ye ku dawî bi jiyana rêxistina Heft jî hatibe.[Arşîva Partiya Komunîst a Azarbaycanê di navbera 20'ê Gulana 1947'an heta 19'ê Hezîrana 1947'an, Фонд 1, Опись 89, Дело 161, Коробка 17] Mixabin ta niha tarîxa rast a vê dawîhatinê, ji bo nivîskarê van rêzan ne zelal e.
Di vê pêvajoyê de 'beşekî kêm ji xwendekarên Zanîngeha Efserî ya Azarbaycanê yên ku dixwestin vegerin Îranê, siwarî qetarê kirin û şandin Qazaxistanê û Muhemmed Bîrya wezîrê perwerdeyê yê hukumeta mîllî ya Azarbaycanê jî ji ber serdana balyozxana Îranê û biryara vegerê bo Îranê, ber bi Sîbîryayê dûr hate avêtin [Lahrodî 111].
Enwer Xameyî di bîranînên xwe yên siyasî de behsa hevdîtineke bi Kambexş û Pîşewarî re li Bakûyê dike.Enwer Xameyî yek ji rêberên Hîzba Tûdeyê ya Îranê di salên dehiya 20'î ya hîjrî de bû ku wekî nûçegihanê rojnameya 'Rehber' ji bo beşdarbûna di Konferansa Aştîyê (25'ê Gelawêja 1325/15'ê Hezîrana 1946'an) şandibûn Parîsê. Lê ew demekî dirêjtir li Fransayê ma û di dema vegerê de di buhara 1947'an de, li Bakoyê Kambexş û Pîşewarî dibîne û peyama wan a ku ji remzekê bi navê "sê kîlît yekî mezin, yekî biçûk û yekî jî navincî" pêk dihat, werdigire û li Îranê radestî Kiyanûrî dike.Di bîranînên Xameyî de xuya dibe ku Kambexş û Pîşewarî tu agahiyeke rast li ser têkiliya bi naveroka bername û armancên vê rêxistina nepenî re nedane wî. Pîşewarî jê re gotiye 'birêvebirina rêxistina Firqa Dêmokrat a Azarbaycanê ji Bakoyê ne li cihê xwe ye û xetereyeke mezin heye, baştir e ku kesên li Îranê ne û dewlet li dû wan nîne, vê karê bikin û ji bo vê karê jî komîteyeke pênc kesî ji 'Kiyanûrî, Teberî, Qasimî, Qureyşî û Qudwe'yan destnîşan kirine. [Enwer Xameyî 546-552]
didome…
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Berevajî kirina Rastîyê
19 kanûnê
Berevajî kirina Rastîyê
13 kanûnê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
6 kanûnê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
29 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
22 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
15 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
8 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
1 teşrînê






