Hem endezyar hem wênesaz e

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Çile 2026 - 00:59

HÊVÎ SELAH / NÛJINHA / SILÊMANÎ

Di vê nivîsê de em ê behsa jiyana jineke endezyar ku bi karê xwe yê fermî re, hunera şêwekariyê weke hobiyek hilbijartiye bikin. Di nava plan û projeyên endezyariyê de wêne jê re bûye zemîna derxistina hest û pirsgirêkên jinan di civaka niha de. Şem Ebûbekir dixwaze nîşan bide ku çawa du cîhanên ‘Endezyarî û huner’ bi hev ve girêdayî ne. Çawa jinek dikare di nava wan de nasnameya xwe ava bike. Her wiha di dema xwendin û kar de xet û reng bûye riya derxistina hest û fikran. Ji ber vê têkelbûnê dikaribûye nasnameyek nû ava bike. Nasnameyek ku serkeftin ne tenê di nava peywira pîşeyê de ye, ji hêzê ava dibe.

Endezyara plan danînê û wênesaz Şem Ebûbekir wiha got: “Ji zarokatiyê ve hezkirin û kêrhatiya min a wêneyan hebû. Tê bîra min ez zarok bûm, her dem diçûm hewşê û li wê derê rûdiniştim, min wêne xêz dikir. Gelek wêneyên li ser dîwarên baxçeyên zarokan min çêdikir. Piştre ji ber xwendinê min navber da hunera wêne. Heta dema ez çûm beşa endezyariya plandanînê û bûm endezyar. Di dema xwendina beşa edezyariyê de li zanîngeha Duhokê, min gelek hunermendên rêzdar nas kirin ku li zanîngeha Duhokê mamoste bûn. Piştre hêdî hêdî bi wan re ez ketim nava cîhana hunerê û min dest bi çêkirina wêneyan kir.”

‘Li gel pîşeyên xwe em karê hunerî dikin’

Şem Ebûbekir da zanîn ku bavê wê her dem jê re dibêje kesê têkelî hunerê nebe, wekî kesek temamnebûyî ye û wiha got: “Hinek tişt hene ku mirov nikare bi gotin bîne ziman û di mêjiyê mirov de dimînin. Ji ber wê bi riya hunerê hemû tiştan di mejiyê me de em tînin ziman, ji ber bavê me hezkirina me hemûyan ji hunerê re çêbûye û em li gel pîşeyên xwe karê hunerî dikin. Ji zaroktî ve ev kêrhatî me hebû û dema em mezin bûn me domand.”

‘Ez zarokek bêdeng bûm’

Şem Ebûbekir wiha behsa zaroktiya xwe kir: “Ez ji zarokatiya xwe ve gelek bêdeng bûm. Dema min nû dest bi dibistanê kir, yekser pirtûk anîn malê û min xwest zû bigihîjim wê astê ku bikaribim bixwînim. Ji pola yekem a seretayî min dest bi xwendina pirtûkan kir. Dema ku bi dayîka xwe re diçim bazarê min her dem pirtûkên çîrokan dianî, ez ne weke zarokên din bûm biçim bebikê ji bo xwe bikirim. Ev yek jî bû sedem ku bibim zarokek bêdeng. Wêneyê ku min cara yekem çêkiriye di hejmareke kovara Pepûle de di beşa hunerî de hatin weşandin, ew ji bo min bû destpêka hunerê.”

‘Min xwest karê min Kurdewarî be’

Şem Ebûbekir îfade kir ku dema mirov dikeve cîhana hunerê, mirov dixwaze hemû awayan biceribîne, li ser hemû rêbazan bixebite û wiha got: “Bi berdewmî karkirin û çêkirina wêne wisa dike ku mirov ji bo xwe şêwaz û rêbazên nû bibîne. Min der barê jin û çandê de wêne çêkir û tabloyên min hene tenê portre ne, sitîlên zindî ne. Bi heman awayê ezmûnek baş a min a hunerê heye û ev nêzî çar salan e ez di nava hunerê de me. Piraniya karê min li ser çanda Kurdewarî ye. Projeya min a dawî li ser cihên kevin bû, min behsa karên jinan ên weke nexşan kir. Min hewl da nexşan binîm nava hunerê. Ji ber jinên Kurd di berê de gelek nexşan çêkirine her wiha ez balê dikşînim ser parastina jîngehê jî. Heta niha karê min bi vî awayî bû, min xwest karê min zêdetir Kurdewarî be.”

‘Huner aramiyê ava dike’

Şem Ebûbekir da zanîn ku her çend gelek hunermendên baş hene lê belê rewşenbîriya hunermendan gelek lawaz e û wiha got: “Em gelek caran pêşangehan vedikin, dixwazin gelek kes bên serdana me. Ji ber ku huner ne tenê çêkirina tabloyan e. Li gorî min gelek girîng e em karê hunerî pêşkêşî xelkên rewşenbîr bidin. Huner derûniya mirovan bi aram dike.”

‘Li Başûr huner nabe çavkaniya debarê’

Şem Ebûbekir wiha got: “Gelek kêm dilê min girtiye ew tabloyên min çêkiriye bifroşim. Lê belê ger kesek daxwaz bike, tablo jê re bişînim li ser daxwazan tablo çêdikim. Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye wêneyên min biçe mala hemû Kurdan. Her wiha ew tabloyên li ser çanda Kurdî weke deriyê kevin ê Silêmanî, hinek jî bîranînên min hene, ew tabloyên ku min bi hunermendan re çêkirine ez dil nadim bifroşim. Bi awayekî giştî li başûr hunermend nikarin hunerê weke çavkaniya debarê bi kar bînin. Hinek huhermendên me hene dikaribûne hunera xwe bikim çavkaniya debarê. Lê belê bi giştî gelek kêm hunermend hene bikaribin bi tabloyên xwe debara xwe bikin. Ji ber wê li kêleka karê hunerî karên din jî dikin û ji sedî 80 hunermendan dikaribûne li ser karê xwe bijîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.