Li Zanîngeha Amerîkayê êriş

Nûçeyên Cîhan

Duşem 15 Kanûn 2025 - 00:46

Di encama êrişeke çekdarî ya li dijî Zanîngeha Brown a li Rhode Island a Amerîkayê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên xwecih diyar kirin ku li hundirê avahiya Zanîngeha Brown a li Rhode Island a Amerîkayê gule hatin reşandin. Di encama gulebaranê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Êriş roja şemiyê di hundirê avahiya "Baros û Holly" a beşên endazyariyê û fîzîkê pêk hat ku biryar bû azmûn lê hatiban lidarxistin. Piştî êrişê rayedaran derdora avahiyê girtin û tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirin.

Şaredarê bajarê Providence, Brett Smiley di civîneke çapemeniyê de piştrast kir ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin û 8 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Rayedarên herêmê diyar kirin ku "êrişkar bi cilekî reş bû û cara dawîn dema ji avahiyê derdiket hat dîtin, lê heya çek li cihê êrişê nehatiye dîtîn."

Serokê DYA’yê Donald Trump bi rêya Truth Social ragihand ku ew ji bûyerê hatiye agahdarkirin û got, endamên Nivîsgeha Lêkolînan a Federal (FBI) li cihê êrişê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.