LEWerger a bi temaya ‘DÊ’ derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 3 Çile 2026 - 00:30

Kovara li ser wergerê LEWerger bi hejmara xwe ya 11’an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de li ser temaya “DÊ” hejmara xwe amade kiriye. LEWerger di sala xwe ya 5’an de bi hejmara xwe ya rêbendan-reşemî-adar-avrêl li pêşberî xwendevanan e.

Kovarê gotina pêşiyan “Bav pir tişt e lê dê her tişt e” bibîr xistiye û ji helbestên dinyayê yên li ser “dê” neqandine. Edîtoriya kovarê gotiye, "Dê erê, ango stargeha herî zexm û qehîm a hemû zarokan û benîademê dil her zarok; çi biçûk û çi mezin mirov tim di dilê dêya xwe de zarok e û dê malzaroka herî xewle û ewle ye. Heza dê hêz e û nebûna wê valahiyeke nebîna ye. Valahiya dê bi tu tiştî nayê dagirtin. Mirov dikare di jiyanê de bibe xwedî jin, mêr, zarok, malbat, heval, hogir û gelek gelek tiştên madî lê nebûna dê, nebûna hez û dilovaniya wê naxa dilê mirov tim kul dihêle, kêm dihêle, hêleke mirov kût û bawî dihêle û ew ‘kêm’mayîn heta nefesa dawiyê dibe rêhevaleke dilsoz, dimîne birîneke bêdê! Li welatên wekî welatê me ku şer, kuştin, qeyran, bobelat û nexasim zexta li ser jinê jê kêm nabe, mijara dê mijareke esas, hesas û bi êş e jî.”

Ji  helbestan, helbesta Silva Kaputikyan "Ji dayika min re", ya Bedir Şakir Elseyab "Cîkor dêya min e", ya Seîd Eqil "Periya min Yadê", ya Bertolt Brecht "Dayika wêrek û zarokên wê", ya Liz Berry "Komara Dayiktiyê", ya Nader Naderpour "ey ax, ey gor, ey dayik" û bi vî rengî gelek helbestên gelek helbestvanan ên li ser "dê" bi kurdî hatine pêşkêş kirin.

Ji van gelek helbest hene navên wan jî yek e. Ji Edgar Allen Poe, Sergei Yesenin, ji Silva Kaputikyan heta Ivan Zdravkov, Resul Hemzatov, heta Mehmûd Derwîş gelek helbestên bi vî rengî jî hatine weşandin.  Xalek balkêş jî di kovarê de helbesta Mehmûd Derwêş ya li ser dayikê 4 kesên cuda wergerandine. Ji van Şivîn Hecî sernavê "Ji bo dayika min", Guven K. sernavê "Ji bo dayika xwe", Alan Hemo û Dîlan Şewqî jî di wergerên xwe de sernavê "ji bo dêya min" bikar anîne. Lê wergera hemûyan jî cuda ye.

Ji bo têkilî
lewwerger@gmail.com

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.