
- Lokman Babat têkildarî "Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîş" diyar kir ku ew wek Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê hewl didin têkoşîna doza Rojînê di rojevê de bigirin û got: ”Bila êdî hêvîyên tu jinan neyên tinekirin. Em dixwazin ev pêşbirk bibe wekî kevneşopîyekê û bibe sembola têkoşîna jinên ciwan.”
ROZA METÎNA
Şaxa Egîtîm Senê yê Wanê, wê pêşbirka "Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîş" li dar bixe. Ev pêşbirk wê bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanê Tirkî bê lidarxistin. Serlêdanên pêşbirkê wê heta 31'ê Çileyê bidomin. Her wiha encam jî wê di 14'ê Adarê de bên eşkerekirin. Lijneya hilbijartina çîrokên zaravayê Kurmancî ji Mizgîn Ronak, Mîna Acer û Roza Metîna pêk tê. Juriyên beşa zaravayê Kirmanckî ji Gulçîn Şanli, Suzan Vejan Tatli û Stan Yaşar pêk tên. Juriyên beşa Tirkî jî Ayşegul Devecîoglu, Mehtap Ceyran û Pinar Ogunç in.
Rêveberê Şaxa Egîtim Senê ya Wanê, berdevkê Komîsyona Zimanê Kurdî Lokman Babat li ser pêşbirka "Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîş" banga tevlîbûna pêşbirkê kir û wiha got:” Banga me li hemû kesên xemxurên têkoşîna jinan û yên xwedî hevîyên pêşerojek azad e. Dîsa em bang li Kurdên, Kurdîhez dikin bi zaravayên Zazakî û Kurmancî tevlî vê pêşbirkê bibin û bi zimanê xwe hêzê bidin doza Rojînê û doza jinên ciwan.”
Qirkirina li ser jinan hişmeniya mêr e
Lokman Babat di destpêkê de têkildarî qirkirin û kuştinên jinan de wiha got:”Qirkirin û kuştina jinan encama hişmendiya desthiladariya mêran e. Ev hişmendî xwe xwedîyê her tîştî dibîne û xwe xwediyê xwezayê, xwediyê jinan, xwediyê bajaran û hwd. dibîne. Erk di destê wî de ye. Bi vê erkê ji xwe re pergalek afirandîye û di nava vê pergalê de cihê jiyana jinê qet tune ye. Hezar salî zêdetir e ev pergala desthilatdarî ya mêr berdewan dike. Piştî desthilatdariya AKP’ê jî qirkirin û kuştina jinan gihîşt asta herî jor. Îro li gor daneyên saziyan her roj herî kêm jinek bi destê merekî ve tê kuştin. Ev qirkirinek li pêş çavan e lê qirkirinek bêdeng e. Em dikarin gelek sedeman ji van kuştin û qirkirinan re bêjin lê sedema herî girîng bêcezatî ye. Tekane rêya pêşîgirtina li vê kuştin û komkujiyê guhertina nêrîna li ser jinan e. Ev bi têkoşîneke domdar û bi perwerdeya wekhevîya zayendî pêkan e.”
Bila pêşbirk bibe sembola têkoşînê
Lokman Babat bal bir ser girîngî û armanca vê pêşbirkê û wiha pê de çû:”Wekî tê zanîn Rojîn Kabaîş li zanîngeha Wanê bû û li vê derê hate qetilkirin. Li Wanê gelek çalakî hatin lidarxistin û gelek saziyan pişgirtî dan têkoşîna malbata Rojînê û ya jinan. Lê em dizanin bûyera Rojînê ne ya ewil e û mixabin wê ne be ya dawî be jî. Em wek Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê hewl didin ku têkoşîna doza Rojînê di rojevê de bigirin û kujerên Rojînê rojek nêziktir bêne dîtin û bêne cezakirin. Wekî din jî di şexsê Rojînê de em hêz bidin têkoşîna azadîya jinê. Bila êdî hêvîyên tu jin û ciwan neyên tinekirin. Bila êdî dilê tu dayik û bavan neşewitin. Em dixwazin ev pêşbirk bibe wekî kevneşopîyekê û bibe sembola têkoşîna jinên ciwan.”
Temaya pêşbirkê jin e
Lokman Babat wiha qala naverok û temaya vê pêşbirkê kir:”Pêşbirk bi temaya jinê tê lidarxistin. Mijar wê li ser serpêhatî, lehengî û jiyana jinan be. Lê ne tenê jin, wê ji her zayendê nivîskar bikaribin bi çîrokên xwe beşdarî vê pêşbirkê bibin. Lê endamên jurîyan hemû jin in. Ango nirxandina naveroka çîrokan wê bi nêrînên jinan ve pêk were. Her kes dikare bi yek çîrokê tevlî pêşbirkê bibe.”
Hêzê bidin doza Rojînê
Lokman Babat ji bo tevlibûna pêşbirkê ev bang kir:”Banga me li hemû kesên xemxurên têkoşîna jinan û yên xwedî hevîyên pêşerojek azad e. Dîsa em bang li Kurdên, Kurdîhez dikin bi zaravayên Zazakî û Kurmancî tevlî vê pêşbirkê bibin û bi zimanê xwe hêzê bidin doza Rojînê û doza jinên ciwan. Ji bo serîlêdanê heta 31’ê Çileyê wext heye. Hûn dikarin çirokên xwe bi riya navnîşana egitimsenrojinkadinoyku@gmail.com ji me re bişînin. Merasîma xelatdayînê jî wê di 14’ê Adarê de û li Wanê be. Me şertname û plansaziya pêşbirkê li ser malperên Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê weşand. Kesên dixwaze dikare li ser malperên me yên medyaya civakî şertnameyê bi dest bixin.”















