SZK’yê pirtûkeke nû çap kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 2 Çile 2026 - 00:45

Çapa duyem a berhema zimannas Deham Ebdulfettah a bi navê "Komek Arîşe û Hêvîya Zimanekî Yekbûyî" ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hat çapkirin.

Çapa yekem a vê berhemê, sala 2018’an hatibû weşandin.

Deham Ebdulfettah derbarê vê çapa nû ya berhemê di pêşgotinê de wiha dibêje: "Bi baweriya min giringîya vê çapê ji wan mijarên nû tê pelandin, ew mijarên ku di nav piştgirên parastina reseniya zimanî û piştgirên sivikbûn û gorankariya wî de bûne cihê nakokiyan, wek nimûne: 

1. Tîpa dûbare

2. Tewanga jimarnavên rêzîn

3. Tewanga navên nêrzayên yekjimar

4.  Tewanga verêsê

5.  Sivikbûna paşdaçekan

6.  Bêjeyên lêkdayî (hevedûdanî)

7.  Pevxistina daçekên (bi, ji) û hin bêjeyên piştî wan"

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.