297 jin hatin kuştin

Şemî 3 Çile 2026 - 03:42

Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa JINNEWS'ê berhev kiriye, di 2025’an de herî kêm 297 jin û 29 zarok hatine qeitlkirin, 191 jin û 28 zarokan jî biguman jiyana xwe ji dest dane.

Êrîşên li dijî destkeftiyên jinan bi feshkirina Peymana Stenbolê û hedefgirtina Qanûna Hejmara 6284'an hîn bêtir giran bûn. Polîtîkaya bêcezahiştinê ya di darazê de jî gumanbaran hîn bêtir dike xwedî cesaret. Jin bi awayekî sîstematîk her roj hedef tên girtin û bûyerên di çapemeniyê de tên dîtin jî giranbûna tabloyê nîşan didin.

Li gorî daneyênajansa JINNEWS'ê yên di navbera meha çile û Kanûna 2025’an de herî kêm 297 jin û 29 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, di heman demê de 191 jin û 28 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN/YEŞÎM ORÛÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.