Sêvê Demîr a riya wê heqîqet bû

Şemî 3 Çile 2026 - 03:50

Sêvê Demîr a riya wê heqîqet bû, têkoşîna li pey xwe hişt li her derê bilind dibe.

Li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê di qedexeyên derketina derve ya 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin gelek kes hatin qetilkirin. Di pêvajoya ku qedexe dewam dikirin de di 4’ê Çileya 2016’an de endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin hatin qetilirin. Sê jinên têkoşer di bîra gel de cihê xwe girtin.

Sêvê Demîr li Gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê di 1977’an de hat dinê. Ew sirguna ku ji aliyê dewletê ve li kurdan tê ferzkirin di salên dawî yen 90'î de dibînin. Malbat berê diçe Amedê piştre diça Manisayê. Tevî jiyana sirgunê jî Sêvê dev ji nasnameya xwe û xebatan bernade. Bi lêpirsîna ‘çima li me wisa dikin’ têdikoşe.

Di sala 2002'yan de bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe. Sêvê ji ber wekî endama Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebat dida meşandin bi operasyona di bin navê "KCK'ê" de hat girtin. Di 12'yê Îlona 2012'an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger bû. Piştî ji girtîgehê derdikeve wekî endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Şirnex û Mêrdînê dest bi xebatan dike. Di 4'ê Kanûna 2015'an de di dema qedexeya derketina derve de çû herêmê.  

Sêvê Demîr bandor li ser gelek hevalên xwe yên jin kir, piştî hat qetilkirin berxwedana wê bû hinceta mezinkirina berxwedana jinan. Têkoşîna Sêvê Demîr hîna jî ji jinan re pêşengiyê dike.Têkoşîn û rihê berxwedana Sêvê Demîr li her derê Kurdistanê ye.

JINNEWS/WAN/ROZERÎN GULTEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.