Divê Îran xeta gelan tercîh bike
Şemî 3 Çile 2026 - 03:48

DYE û Îsraîl hewl didin Îranê bi rêya serhildanên civakî teslîm bigirin. Halbûkî Îran li şûna şer an jî teslîmiyetê pêwîstiya xwe bi 'rêya sêyemîn' heye ku herdu rêyan jî red dike.
Karakterê kapîtalîzma global, di navbera hêzên nav sîstemê de têkoşîneke dijwar li gorî berjewendiyên xwe nabîne. Kamp û blokên tûj û dijwar; bandoreke gelekî neyînî li ser sîstema kapîtalîst dike, lewra di rewşeke wisa de wê sermaye bi awayekî ewle û serbest nikaribe li cîhanê bigere û biherike. Tenê piştî şerê sar qediya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li hemberî hêzên siyasî û dewletên li pêşiya bi ewle û serbest herikîna sermayê bûne asteng şer îlan kir. Rehendekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî rakirina astengên li pêşiya bi ewle û serbest herikîna sermayeyê bû.
Li ser vî esasî Rêber Apo jî dabû diyar kirin ku şerê cîhanê yê sêyemîn, bi şerê yekemîn ê ku li kendavê destpê kiribû re, niha gihîştiye qonaxa xwe ya herî hesas a dawiyê. Bi van şeran ve girêdayî, gelek sîstemên kevneperest, şoven û netewe-dewlet hatin guhertin. Ev guhertinên ku di netewe-dewletê de çêbûne, ji ber wê sedemê ye ku li hember projeyên sîstemên cîhanê, astengiyan çêdikin. Ji bo vê jî pêwîstî dibînin ku di pergala dewletbûnê de, guhertinê çêbikin.
Ji bo wê jî di şerê cîhanê yê sêyemîn de, dewleta ku herî zêde di nava aloziyan de bû û hîn jî di nav de ye Îran e. Bi hemû aliyan Îran kete dorpêçê. Ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî, dîplomatîk û çandî ve, Îran di nava krîzeke mezin de ma. Rojane di bin zextên dijwar ên hêzên hegemonîk de ye. Bi mudaxeleya Hamas û Lubnanê, bi kuştina lîderê Hîzbûllahê Nasirlah re, bi terorkirina pêşengên Hamasê li Tehranê re, bi ketina rejîma Baas re şikandina baskê Şîa ya li Sûriyê re, Îran kete nava şerekî raste rast. Her ku şerê cîhanê yê sêyemîn gur û geş dibe, Îran jî hewl dide ku şer derbixe derveyî sînorên xwe. Ji bo wê jî, pêşberî her kesî di nava şer û gefan de ye, lê di pişt perdeyê de jî, lihevkirinan pêk tîne û serê xwe ditewîne. Yanê xwe wisa nîşan dide ku pir bi hêz e, lê di rastiyê de, ne ew rûyê ku xwe nîşan dide ye.
Ew êrîşên bê navber û li ser civakê, cezayên îdamê, kujerên ne diyar, polîtîkayên înkarê ku dimeşîne nîşan dide ku rejîma Îranê, jidestdayîna desthilata xwe çiqas ditirse û di nava fikarên wê de ye. Hemû zextên siyasî, leşkerî û aborî yên ku ji derve li ser dewletê dimeşe, rejîma Îranê jî dixwaze van kiryaran, li ser civakê bide meşandin û wisa nîşan bide ku li ser linga ye. Bi taybet bi şerê 12 rojan ku di 13’ê Hezîranê de pêk hat, ev rewşên ku em qala wan dikin, zêdetir derketin pêş.
Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de rû daye, ne şerekî guhertin an jî rûxandina rejîmê bû, şerekî bi armanca hegemonya û desthilatdariyê bû. Bêguman di vî şerî de Îranê, windahiyên cidî da. Ketina Mossad û CIA ji cihên stratejîk ên Îranê re û ew xistina bin kontrola xwe, ji bo şikandina perestîja Îtlaatê, derbe lêdaneke mezin a li şah damara rejîmê bû. Ji ber ku rejîma Îranê heta niha her tim bi Îtlaatê, xwe dinepixand lê îstîxbarata wê jî derbe xwar. Di heman demê de kuştina fermandarê wan ê paye bilind a leşkerî, zirareke mezin da artêşê, vê di nava artêşê de tirs û xofeke mezin da ava kirin. Bi qasî ku xuya dike, ev rewş hêjî dewam dike.
DYE û Îsraîl hewl didin Îranê bi rêya serhildanên civakî teslîm bigirin. Halbûkî Îran li şûna şer an jî teslîmiyetê pêwîstiya xwe bi 'rêya sêyemîn' heye ku herdu rêyan jî red dike.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN/ROJÎN FESÎH ROJHILAT















