Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
Şemî 3 Çile 2026 - 03:52

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû salek ji Pêvajoya Aştî ya û Civaka Demokratîk, berpirsyarên dewlet û civakê, rê û rêbazên têkoşîna li dijî hêz û derdorên li dijî çareseriyê vegot.
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de weşand, di herikîna pirsgirêka Kurd de qonaxeke dîrokî afirand. Di 10 mehên borî de Tevgera Azadiya Kurdistanê, li gorî mînakên cîhanê gavên pir bi lez û bi rîskên mezin avêtin: Di 1’ê Adarê de agirbest hate ragihandin, PKK’ê di Kongreya 12’emîn de 5-7’ê Gulanê xwe fesh kir û dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî anî, di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat komeke gerîla ya ji 30 kesan pêk dihat çekên xwe şewitandin û di 26’ê Cotmehê de hat ragihandin ku hêzên çekdar ji axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi vekişînê kirine.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû têkildarî mijarê nirxandin kir.
Nirxandinên endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:
Destpêkê li ser navê tevgera me, ez sala nû ya Rêber Apo û hemû hevrêyên me yên li zindanan pîroz dikim. Em hêvî dikin ku sala nû ji bo gelên me azadî û demokrasiyê bîne. Em sala nû ya gelê me, gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn, cîhanê û gelê hêzên demokrasiyê pîroz dikin û sala nû di nava aştî û demokrasiyê de aramiyê bîne.
Lêgerîna çareseriya siyasî ya demokratîk a Rêber Apo, heya roportaja ku sala 1988’an bi M.Alî Bîrand re kiriye, diçe. Rêber Apo di vê roportaja xwe de gotiye, dewlet bila rayedarekê xwe bişîne, em pirsgirêkan nîqaş bikin. Sala 1993’yan weke bersiva nêzîkatiyên nerm ên Ozal, di meha Adarê de agirbesta yekalî îlan kir. Di dema duyem a vê agirbesta hatî dirêjkirin de, Ozal hate jehrîkirin. Rêber Apo sala 1995’an nêzîkatiyeke erênî nîşanî hikûmeta Erbakan jî da. Sala 1998’an ji nava artêşê hin hêzan peyam şandin û li ser vê yekê 1’ê Îlonê agirbesta yekalî îlan kir. Rêber Apo di tevahiya salên 1990’î de bi dewleta Tirk re ketiye nava lêgerîna diyalog û çareseriyê. Di nirxandina 15’ê Tebaxa 1998’an de destnîşan kiriye ku ji dervey lêgerîna ku pirsgirêk bi şer bên çareserkirin, dema rêbazên cuda hatiye; tercîha xwe ya çareseriya siyasî û demokratîk di salvegera 15’ê Tebaxê de îfade kiriye.
Tevî van pêşketinên neyînî jî, rewşa siyasî heta radeyekê nerm bûye û zextên bi hinceta terorê dihatin kirin kêm bûne. Ji bo têkoşîna demokrasiyê zemînek ava bûye. Her çiqasî hin derdor hestên dijminatiya li dijî Kurdan geş dikin jî, ji ber ku AKP-MHP parçeyek vê pêvajoyê ne, di nêrîna civakê ya li ser pirsgirêka Kurd û Kurdan de nermbûnek çêbûye. Her çiqasî hewl didin bi gotina "Tirkiyeya bê teror" rastiyê veşêrin jî, civak dibîne ku pirsgirêkek Kurd heye û daxwazên Kurdan hene. Kurd ji bo çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd ketine nava têgihîştinek hevpar. Heta Kurdên ku dengê xwe dane AKP’ê jî di nava nêzîkatiya çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd de ne. Her çiqasî çavdêriya desthilatê dikin jî, di nava rihekî wisa de bûyîn di warê xwedîderketina civaka Kurd a li pêvajoyê û têkoşîna wan wê bandorek erênî çêbike.
Rêber Apo beriya bi dehan salan qala mekanîka darbeyê kir. Ya ku Rêber Apo got pêk hat. Darbeya 15'ê Tîrmehê jî rewşeke ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd bû. Eger bê bîra mirovan, derdorên jê re Fetûllahî dihate gotin di dijminatiya li PKK û Apo de gelekî bê perwa bûn. Bi vî rengî xwestin xwe xurt bikin û bibin desthilatdar. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin hin derdor wê timî xwe weke dijminekî Kurd nîşan bide û hewl bidin zemîna darbeyê biafirîne. Ji bo darbeyê her tim hincet hene. Hinceta esasî ya darbeya 12'ê Îlonê jî bilindbûna daxwaza azadiyê ya Kurdan û rêxistinbûna wan a bi vê armancê bû. Niha jî hinek aciz dibin ku pirsgirêka Kurd ketiye rojevê. Ji ber vê jî ev derdor xwe weke hêza ku vî welatî nedin parçekirin nîşan didin û bi vî rengî dixwazin bibin xwedî hêz û dikarin bixwazin ku darbeyê bikin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê wê zemîneke ku dibe sedema darbeyê her tim hebe.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN













