Mifteya çareseriyê: Qanûnên veguhêz
Şemî 3 Çile 2026 - 03:40

- Di veguherîna pêvajoyên çareseriya şer ber bi qonaxeke pozîtîf de, qanûnên veguhêz an jî verastkirinên hiqûqî xwedî girîngiyeke jiyanî ne.
Rêber APO ji destpêka pêvajoyê ve balê dikişîne ser girîngiya verastkirinên hiqûqî. Rêber APO di hevdîtina meha Mijdarê de wiha gotibû:"Ji bo ku derbasbûna qonaxeke pozîtîf, di vê pêvajoyê de divê her kes bi hestiyarî, cidiyet û bi hişmendiya berpirsiyariyê tevgbigere." Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê jî di daxuyaniyên xwe de her tim bangên bi vî rengî dikin. Tiştên ku di pêvajoyên çareseriya şer ên li cîhanê de qewimîne, nîşan didin ku ji bo aştî û çareseriya mayinde, ew verastkirinên hiqûqî yên ku Rêber APO destnîşan kirine, çiqasî girîng in. Lêbelê, li wan herêmên ku şerên çekdarî lê qewimîne, aştî û çareserî çawa pêk hat an jî pêk tê? Bersiveke zelal a vê pirsê hinekî zehmet e, ji ber ku pêvajoya veguhêz a her welatekî ji ya din cuda ye. Li hinek welatan pêvajoyê bi hevrûbûna bi raboriyê dest pê kir, li hinek welatan jî hem hevrûbûna bi raboriyê hat kirin û hem jî gavên qanûnî/hiqûqî hatin avêtin. Li gelek deverên cîhanê ev pêvajo wekî “edaleta dema veguhêz” jî tê binavkirin. Geşedana edaleta dema veguhêz piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn derketiye holê. Danişînên Nurnbergê yên ku tê de fermandarên berpirsên komkujiyên serdema Nazî ya li Almanyayê hatin darizandin, wekî yekemîn sepandina qanûna hiqûqa veguhêz tê qebûlkirin.
Armanca vê pêvajoyê
Bicîanîna edaleta dema veguhêz, bendewariyên li ser pêvajoyê xurt dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ev pêvajo “tevahiya pêvajo û mekanîzmayên ku civakek ji bo hesabpirsîna ji mîrasa binpêkirinên berfireh ên paşerojê dide destpêkirin” e. Armanca wê jî darizandina berpirsiyaran, xizmeta ji bo daraz û pêkanîna lihevhatinê ye. Bi edaleta dema veguhêz re ev tişt tên armanc kirin:
* Eşkerekirina binpêkirinên giran ên di raboriyê de hatine kirin
* Naskirina mexdûran û tezmînata zerarên wan
* Avakirina aştiya civakî
* Ji nû ve birêxistinkirina saziyên dewletê bi rêya reforman
* Rêgirtina li ber binpêkirinên di dahatuyê de.
Mekanîzmayên pêvajoyê
Pêvajoya ku wekî edaleta dema veguhêz tê binavkirin, di heman demê de amadekirina qanûnên veguhêz jî dihewîne. Di pêvajoyên aştiyê yên li herêmên cuda yên cîhanê de, ji bo bêçekkirin û ji holê rakirina sedemên şer, qanûnên veguhêz ên taybet hatine derxistin. Ev yasa xwe naspêrin tenê modelekî. Her welat li gorî mercên xwe yên dîrokî û civakî çareseriyên xweser pêş dixe. Lêbelê mirov dikare hinek mekanîzmayên hevpar wiha rêz bike:
Komîsyonên heqîqetê: Ji bo eşkerekirina binpêkirinên raboriyê, xuyakirina vegotinên mexdûran û avakirina bîra kolektîf tên avakirin.
Cezakirin: Ji bo binpêkirinên giran ên mîna sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer, erkê dewletê yê cezakirinê tê destnîşankirin.
Mekanîzmayên tezmînat û başkirinê: Di vê çarçoveyê de tezmînata madî, başkirina sembolîk, lêborîna civakî û polîtîkayên bibîranînê tên nirxandin.
Reformên sazûmanî: Ji bo mayindebûna pêvajoya veguhêz, veguherandina daraz, hêzên ewlehiyê û saziyên cemaweriyê wekî pêwistiyek tê dîtin.
Diyardeyên aştî û edaletê
Tê payîn ku verastkirin û qanûnên bên derxistin, di çarçoveya “hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan”, “hiqûqa mirovî ya navneteweyî” û “hiqûqa cezayê ya navneteweyî” de bên nirxandin. Qanûnên veguhêz di nava xwe de pêvajoyên mîna “avakirina bingeha hiqûqî ya bêçekkirin û demobîlîzasyonê, entegrasyonê”, “hevrûbûna binpêkirinên raboriyê” û “reforma civakî û sazûmanî” dihewîne. Qanûnên veguhêz, di heman demê de bêçekkirina komên çekdar ên aliyên şer in û fesixkirina hebûna wan ên rêxistinî jî pêk tîne. Ev pêvajo, li hinek cihan mekanîzmayên hiqûqî û teknîkî yên ku radestkirina ewle ya çekan jî dihewîne. Pêvajoya “Demobîlîzasyonê” jî pêvajoyê amdekerina mercên jiyana sivîl ji bo şervanan e.
Li gorî Profesorê Hiqûqa Destûra Bingehîn Mîthat Sancar ku di nava Şandeya Îmraliyê de jî cih digire, pêvajoyên aştiyê tenê bi dawîkirina şer ve nayên sînorkirin. Sancar destnîşan dike ku civakên ku bi binpêkirinên giran ên mafan re hevrû nebin, avakirina aştiyeke mayinde û adilane ne pêkan e. Sancar, di xebata xwe ya bi navê “Devlet Aklı Kıskacında Hukuk Devleti” de, edaleta dema veguhêz li ser bingeha “ka serdemên awarte dê çawa bi hiqûqa asayî ve bên girêdan” dinirxîne. Li gorî Sancar, modelên aştiyê yên ku hesabpirsînê li derve dihêlin, her çend di demeke kurt de îstîqrarê ava bikin jî, di demekê dirêj de dînamîkên nû yên şer xurt dikin. Hemû ezmûnên navneteweyî yên çareseriya nakokiyan nîşan didin ku aştî û edalet ji hev nayên cudakirin. Ev pêvajo nîşan dide ku mijar ne tenê hevrûbûna bi raboriyê ye, di heman demê de hewldana avakirina dahatuyê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN













