Huseyîn Aykol hat oxirkin

Şemî 3 Çile 2026 - 03:55

Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ê ku şeva sersalê jiyana xwe ji dest da bi merasîmeka bîranînê tê oxirkirin. Rojnameger Rehyan Hacioglû li ser navê Çapemeniya Azad daxuyanî xwend û diyar kir ku mîrateya Huseyîn Aykol li ser milê bi hezaran kedkarên Çapemeniya Azad e û got: “Tu yê her tim li rex me bî. Rêya te rêya me ye.”

Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di 14'ê Cotmeha 2025'an de li mala xwe ya Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şeva sersalê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Huseyîn Aykol li eywana Yilmaz Guney a navçeya Çankayayê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Malbat û hevalên Huseyîn Aykol ên xebatkarên Çapemeniya Azad, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) heval û hezkiriyên Huseyîn Aykol, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî bîranînê bûn. Cenazeyê Huseyîn Aykol anîn eywanê û li vir darbesta wî bi qerenfîlan hat xemilandin. Li ser maseyê wêneyên Huseyîn Aykol hatin danîn. Ji bo Huseyîn Aykol deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Huseyîn Aykol dikir hate nîşandan.

Piştî rêzgirtinê Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê parêzer Faîk Ozgur Erol pêyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Girava Îmraliyê ji bo Huseyîn Aykol şandibû xwend. Piştre jî rojnameger Nezahat Dogan peyama girtiyên azadiyê ku ji bo Huseyîn Aykol şandibûn xwend.

Bi helbestê hat oxirkirin

Hevjîna Huseyîn Aykol, Nuray Çevîrmen jî anî ziman ku zêdetirî 2 mehan e ew li nexweşxaneyê bi Huseyîn Aykol re axiviye û wiha got: “Ez bi taybetî ji rojnamegerên Çapemeniya Azad re spasiyê dikim ku tu car em tenê nehiştin. Ez naxwazim oxir jê bixwazim ji bo wê bi helbesteke Şadî Şîrazî oxir dikim.” Nuray Çevîrmen helbesta Şadî Şîrazî ya “Jiyaneke din ji bo me hewce ye ji ber ku me ev jiyan bi hevîkirinê derbas kir” xwend.

Tu yê di dilê me de her dem bijî

Piştrê jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer Bakirhan anî ziman ku ev ji ber wefata Huseyîn Aykol xemgîn in û wiha axivî: “Em soz didin ku tu yê di dilê me de her dem bijî.”

Piştre jî hevalê Huseyîn Aykol, Aytunç Altay axivî. Aytunç Altay jî qala têkoşîn û jiyana Huseyîn Aykol kir.

Rêya te rêya me ye

Piştre jî peyama xebatkarên Çapemeniya Azad ji aliyê edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu ve hat xwendin. Reyhan Hacioglu anî ziman ku wî jiyana xwe ji bo gelên bindest û têkoşîna li dijî metîngeriyê de xerc kiriye û wiha got: “Penûsa te tu car ranewestiya. Her tim ji bo hînkirin û hînbûnê kar kir. Em weke kedkarên çapemeniya azad ji te hîn bûn ku em ê çawa sadiqî heqîqete bimînin. 37 salan weke têkoşerekî çapemaniya azad te li dijî hemû zordariyan li ber xwe da. Mîreteya te niha li ser milê bi hezaran kedkarên Çapemeniya Azad e ku te wan gihandiyê. Tu yê her tim li rex me bî. Rêya te rêya me ye.”

Piştî axaftinan beşdaran li ser pêyan li çepikan da û stranek ku Huseyîn Aykol jê hez dikir hate guhdarîkirin û merasîma oxirkirinê bi dawî bû.

Cenazeyê Huseyin Aykol ji vir birin mizgefta Goristana Karşiyakayê û piştî nimêja cenaze li goristanê hat veşartin.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.