Xwe digihînin jinên li malan tên hefskirin

Şemî 3 Çile 2026 - 03:38

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê 1'êmîn Kongreya xwe ya Asayî di 25’ê Kanûna 2025’an de li dar xist. Li Stenbolê jî Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Alimên Olî (ÎDAYDER) ku girêdayî federasyonê ye, di 28’ê Kanûna 2025’an de bi coşeke mezin deriyê xwe vekir. Rêber APO peyamek ji kongreyê re şand û got:“Îslama Demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye” û destnîşan kir ku di cewherê Îslamê de azadî, edalet û wekhevî heye, lê modernîteya kapîtalîst, pergala dewletê ya fermî û pêkhateyên cemaetperest ev cewher winda kirine û ol kirine amûra desthilatdarî û talanê. Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Pera Înal û Hevserokê ÎDAYDER’ê Alî Fuat Hatîp têkildarî xebatên xwe ji ajansa me re axivîn. Hevserokê ÎDAYDER’ê Alî Fuat Hatîp diyar kir ku armanca wan a sereke pêşîgirtina cudakariyên nava civatê, vegotina “heqîqeta Îslamê” û belavkirina ola ku di nava mizgeftan de hatiye hepskirin e. Hatîp destnîşan kir ku ol her tim ji aliyê desthilatdaran ve hatiye bikaranîn û got:“Armanca me ya esasî ew e ku em mirovan li gorî ‘ola rast’ agahdar bikin û wan ji ‘ola hatiye çêkirin’ dûr bixin.

Armanc hemû mirovahî ye 

Hatîp diyar kir ku komeleya wan ji bo hemû mirovan e û got:’’Xwedê di Quranê de dibêje ‘Yê bixwaze bawer dike, yê bixwaze înkar dike.’ Tu hinceta zilmê li ser kesên înkar dikin nîne. Muxatabê me ne tenê ol, bawerî an nijadek e, muxatabê me hemû mirovahî ye. Çi Kurd, çi Tirk, çi Çerkes, çi Sunnî û çi Elewî be, em li pey xizmeta parastina mafê mirovan in. Derdê dayika Fadîme û yê dayika Fatma yek e, rondikên wan bi yek rengî dibarin. Aştî ne mafê hêzdaran, mafê bêdengan e. Ger hewldaneke aştiyê hebe, kî dibe bila bibe em ê pêşengiya wê bikin. Ji ber wê piştgiriya me ya ji bo vê pêvajoyê bi awayekî bêalî tam e. Ol ne tenê ji bo îbadet, nimêj û rojiyê ye; ol ji bo aramiyê civakê ye. Gava hûn exlaq û edaletê ji olê veqetînin, olekî ku ji exlaq û edaletê bêpar be jî feydeyê nade civakê, zirarê dide. Banga min li vir ji bo her ferdekî civakê ye. Berî ku em tiştekî ji ciwanan re bibêjin, divê em wan fêm bikin. Ji bo parastina ciwanan, divê pêşî em wan fêm bikin. Divê mirov hîn bibe ka civak çima di vê rewşê de ye.”

Pergala hevserokatiyê 

Hevseroka Federasyonê Perva Înalê jî diyar kir ku cara yekem e di komeleyên baweriyê de pergala hevserokatiyê tê pêkanîn û bi vê pergalê ew dixwazin jinan birêxistin bikin û got:“Jin jî xwedî bawerî ne lê bi olê tên xapandin. Wan bi olê ditirsînin û di odeyan de hews dikin. Dibêjin ‘Hûn di odeyên xwe de îbadet bikin çêtir e.’ Bi vî awayî jinan ji civakê dûr dixin. Lê Xwedê di sûreya Hucurat de dibêje ‘Min hûn ji nêr û mêyekî afirandin.’ Ji bo ku jin berpirsiyariya xwe bînin cih, divê di nav civakê de bin. Em ê van komeleyan bikin cihê serlêdana jinan. Em ê biçin malên wan û rastiya Îslamê ji wan re vebêjin. Em ê nîşan bidin ku Îslam ola aştî, wekhevî û selametê ye. Karê me zehmet e, lê em ê dev jê bernedin.”

Îslam ji xwe demokratîk e 

Têkildarî pênaseya “Îslama Demokratîk” a Rêber APO, Perva Înalê ev nirxandin kir:“Îslam, jixwe demokratîk e. A ku Abdullah Ocalan behsa wê dike Îslama ku di bin bandora tu kesî de nemaye. Dema em li Peymana Medîneyê dinêrin, em dibînin ku civakeke demokratîk hatiye avakirin. Ummet hemû gelan dihewîne, ne tenê ol an neteweyekê. Pêxemberê me li Medîneyê civakeke demokratîk ava kir. Peymana Medîneyê ji bo hemû civakê sepandina demokrasiyê ye. Şer hêsan e, aştî zehmet e. Aştî ne bi carekê, hêdî hêdî pêk tê. Em ê ji bo vê konferans û panelan li dar bixin. Xebata ji bo aştiyê girîng e. Navê hemû olan di eslê xwe de Îslam e, wateya wê aştî û selamet e. Ger em vê ji civakê re vebêjin, karê me dê hêsantir bibe.”

MA/OMER ÎBRAHÎMOGLU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.