Rewşa girtiyê nexweş ne baş e

Şemî 3 Çile 2026 - 03:45

Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Îlyas Ayaz ku di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê de tê ragirtin, her ku diçe xirab dibe. Malbata Îlyas Ayaz daxwaza berdana wî kir.

Girtiyê nexweş Îlyas Ayaz ê ku di 3’yê Hezîrana 2024’an de li navçeya Elbakê ya Wanê di pevçûnekî de bi birîndarî hatibû girtin, nêzî sal û nîvekê ye di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê ragirtin. Rewşa tenduristiya  Îlyas Ayaz roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe. Îlyas Ayaz ji ber parçeyê şarapnelê yê di serê wî de, bi domdarî krîzên epîlepsiyê derbas dike û nikare pêdiviyên xwe yên rojane jî dabîn bike. Xalê Îlyas Ayaz, Dîndar Ayaz diyar kir ku rewşa Îlyas Ayaz gelekî giran e û divê tedawiya wî li malê bê domandin û ev tişt got: “Pêvajoyek nû dest pê kir. Lê di vê pêvajoyê de tiştên hatine gotin hîna nehatine cih. Niha di girtîgehê de ne tenê Îlyas, bi sedan girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku cezayê wan qediya ye lê tahliyeya wan tê astengkirin hene.”

Dîndar Ayaz, bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ev 6-7 meh in înfaza wan tê şewitandin. Daxwaza me ya sereke ew e ku girtîgeh bên valakirin û tavilê bên tehliyekirin. Bila êdî xwişk û biratî were vî welatî.”

MA / WAN / OZLEM YACAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.