Nebûna edaletê tolhildanê xurttir dike

Şemî 3 Çile 2026 - 03:35

Endamê Meclisa Helebê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Wefîq Şebîb li ser guhertin û pêşketinên li Sûriyeyê axivî. Wefîq Şebîb êrişên komên girêdayê hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin. Şebîb ev êriş bi serdana dawî ya rayedarên dewleta Tirk a bo Şamê ve girê dan û got:"Êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye derxistin. Hemwextî êrişê mizgefta Elî Bin Ebî Talib a Elewiyan hat hedefkirin. Di heman demê de hemwextî agahiyên li ser rêveçûna dan û standinên girêdayî peymana 10’ê Adarê pêk hatin."

Wefîq Şebîb diyar kir ku ji bo analîzkirina rewşa heyî ya Sûriyeyê divê pêvajoya destpêkê ya rûxandina rejîma Baasê were nirxandin û got:"Di wê pêvajoyê de desthilatê soz dabû tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ku wê derbasî serdema nû ya pêşketina aborî, mîsogerkirina mafên adilane û wekhev bibin. Elewiyan jî ku bi erênî bersiva wan sozan, daxuyanî dan û gotin ew beşekî resen ji tevna civakî ya Sûriyeyê ne. Lê piştî vê yekê ji Hums û Tertûsê bigire heya Hema, Misyaf û Laziqiye binpêkirinên sîstematîk li dijî wan dest pê kirin. Şebîb diyar kir ku nebûna edaletê di çareserkirina van binpêkirinan de qonaxa veguhêz veguherandiye qonaxa tolhildanê ku tê de eşîrtî wekî amûrek ji bo teşwîqkirinê binpêkirinan hat bikaranîn û got:"Ev yek bû sedema zêdebûna xeternak a asta sûcan, kuştina bêserûber a sivîlan li ser bingeha nasnameya wan ku hin ji wan veguherîn komkujiyan. Her wiha bûyerên revandina jinan, şewitandina daristanên peravê, wêrankirina perestgehên olî, talankirina mal û dikanan û binpêkirinên din hatin belgekirin." Şebîb destnîşan kir ku daxwaza nenavendîkirinê bersiva li hemberî dûrxistina Elewiyan û pêkhateyên din ji diyaloga nîştimanî, avakirina hikumetê û ’Meclisa Gel’ de ye, her wiha hikumeta veguhêz di baştirkirina wêneya xwe ya derve de xwe dispêre rewatiya xwe ya navxweyî.

Biryara Konseya Ewlehiyê ya 2799’an

Wefîq Şebîb bal kişand serbiryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2799’an a rakirina cezayan li ser serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri û wezîrê karên hundir Enes Xetab û diyar kir ku beramberî rakirinê hikumeta veguhêz soz da ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê biparêze. Şebîb diyar kir ku êrişên li dijî xwepêşandanan li perav û naverasta Sûriyeyê û bikaranîna tankan ji bo belavkirina xwepêşandêran, binpêkirina sozan e. Siyasetmendar Wefîq Şebîb projeya Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke mayînde ji bo siberoja Sûriyeyê bi nav kir ku bi şertê ku destûrek were danîn ku xwe bispêre lihevhatin, diyaloga nîştimanî ya rasteqîn a bi beşdariya tevahî sûriyeyiyan û rê li ber tundiya domdar a li welat bigire.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.