Di 2025’an de 128 rojnamevan hatin kuştin

În 2 Çile 2026 - 03:15

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand ku di sala 2025’an de 128 rojnamevan li seranserê cîhanê hatine qetilkirin û 533 rojnamevan jî girtî ne.

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand ku di sala 2025’an de 128 rojnamevan li seranserê cîhanê hatine qetilkirin û zêdetirî nîvê wan Rojhilata Navîn in. Federasyonê diyar kir ku ev hejmar li gorî ya par zêde ye.

Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger ji AFP’ê re got, ev hejmar “hişyariyek sor a gerdûnî” ye û anî ziman ku hedefgirtina zêde ya rojnamevanan nîşan dide ku hawirdora xebata rojnamegeriyê xetere ye.

ROJNEWS/ NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.