Divê nasnameya neteweyî biparêzin
Şemî 3 Çile 2026 - 03:30

Têkildarî şopandina ragihandinê ya di mijarên nîştîmanî, netewî, pêkanîna erkê xwe yê rojnamevaniyê di sala 2025’an de û bandora wê li ser civakê, Mamostayê Beşa Ragihandinê li Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Karzan Mihemed axivî.
Dr. Karzan Mihemed wiha dest bi axaftina xwe kir:“Di roja me ya îro de, amrazên geşedanê bi şêwazek ku cîhan wek gundek biçûk lê hatiye. Ev jî ji bo gelê Kurd bi sûde kuk kariye dengê xwe bigihîne cîhanê. Erkê ragihandinê avakirina raya giştî ye. Li Başûrê Kurdistanê divê ragihandin mijarên neteweyî bişopîne. Di sala 2025’an de ragihandin rolek baş leyîst, taybet di şopandina pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê de ku bi cîhanê nîşan da ku Kurd aştîxwazin, yên aştiyê naxwazin dagirkerin.” Mamosta Dr. Karzan destnîşan kir ku divê ragihandin dijî tarîkirina mijarên netewî kar bike û got:“Kurd di bin gefê de ne, lewma divê ragihadin nasnameya netewî biparêze. Her dema ku mijarek wiha derket pêş, divê raya giştî were deng û rêgirî lêbike û daxwaza yasayî bike. Divê medya bi awayê rast nêzî mijarên netewî û jîngehê bibe û rastiyan ragihîne.” Dr. Karzan Mihemed da zanîn ku yek ji erkên ragihadinê, gihandina peyama mirovî ye û got:“Divê bi awayekî hişyar nêz bibe. Wek di buyera lehiya Çemçemalê de tevî rexneyan jî di hinek saziyan de ru dayî. Saziyên ragihandinê divê exlaqê pîşeyî û mirovî yê xwe biparêze. Wek hinek buyeran, di buyera li gundê Lacan de hinek saziyên ragihandinê behsê jî nekirin. Ev yek jî pîşeyê wan xiste ber pirsyariyê. Ragihandin divê heqîqetê derxîne holê. Dema welatî serî li tundiyê didin, tê wateya rêya yasayî nemaye!”
Li ser nêzbûna saziyên ragihandinê li mijarên jinan Dr. Karzan Mihemed got:“Ger em ragihandinê li ser mijarên jinan dabeş bikin, em dibînin ku hinek ji wan erkên xwe yên pîşeyî bi cih anîne û hişmendiya yasayî, tenduristî û civakî belav kirine. Lê medyaya dijîtal roleke xirab dilîze. Divê bikarhêner hişyar bin ku bi cezayên yasayî re rû bi rû nemînin. Aliyên erênî û nerênî yên her teknolojiyekê hene. Carinan bi rêbazên ne guncaw bikartînin da ku xwe nîşan bidin. Lê ew ne di wê astê de ne. Divê sendîkaya rojnamevanan helwest nîşan bide û li dijî wan tedbîrên yasayî bigire.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ















